Ciwan Serhedyan

Ciwan Serhedyan

Şaristanî!

Şaristan yek ji wan têgehêne ku merivan ji heywanan vediqetîne. Lê belê hîn hemû mirov ji navajoyên xwe yên kovî(heywanî) xilas nebûne, mixabin xuyaye nabin jî. Elbet ziman, reng, deng, cudahî, wekhevî, maf û hwd têgehên ku di nav şaristaniyê da dihewin hinek ji wan in. Lê belê bingeha şaristaniyê dad e. Xwedî hişmendî yên bi dad, kesayetên bi dad.

Gelo em “meriv” çiqas şariste ne? Yan jî em bi dad in ku şariste bibin?

Demeke nêzîk berê, li Îranê jineke ciwan e bi navê ( Jîna Mahsa Amîna) bi sedema ku porê wê xuya bûye hate qetil kirin, ev ji milyonan mînakan tenê yek e. Bi rojane ku ji hişê meriv dernakeve. Ez xwe bi xwe ra fikirîm; meriv çima hewqas kovî ne? Dûv ra li ser medyayê li rastî vîdeoyekî hatim. Komek xinzîr li dora jinekî civiya bûn wê bi keviran recm dikirin heta ku kuştin nesekinîn. Gava min ew vîdeo dît min kir ku ez biqêrim bibêjim “ bisekinin ji bo xwedê wisa nekin!” lê wan li gorî xwe, ji bo xwedê dikirin” û li gel ku min zanibû wê ne bihîzin min dixwast ez biqêrim. Ez dûrî wan bûn, ji xwe ez li cem wan bûma jî wê tiştek neguheriya, wê dîsa ne bihîstana. Lewra dilên wan bi nefreta vê dinyayê tijî bû. Na! Ji vê dinyayê hez dikirin, lê dikirin dojeh ji bilî xwe her kesî ra, lewra “nezanî kêfxweşî ye kêfxweşiyeke pûç” . Gelo hewl didin ku yezdan bi van tevgerên xwe yên hovane bixapînin? Guhên wan bi kelama ku hinekan li ser navê xwedê pispisandiye xitimî bûn, tenê ew dibihêstin. Ji xwe ku tiştekî din bibihêstana wê dengê wê jinikê bibihîstana ku lava li wan dikir li xwedê dikir. Çi tiştekî ecêb in ev ol perest, him dibêjin “xwedê yeke, tu şirîkên wî tunene her tiştî ew dike ew ruh dide û ew distîne” him jî xwe li erka xwedê radikişînin di dewsa wî da ruh distînin.

Gava ku wan ew jinik dikuştin, yên ku li ser navê xwedê kelamek pispisandibûne guhên wan ji dûr va li wan dinihêrî û bi ehmeqiya wan dikeniya.

Ji bo bihûşteke ne bîna ev dinya ya weka bihûştekî kirine dojeh tê da weka gêmaran dijîn. Wan wetrî hewcedariya xwedê bi wan heye ku ew nebin wê xwedê nikaribe ruhê kesî bistîne.

Civakeke ku bêgav bimîne li mafekî bigere weka mafê jinan yan jî mafê zarokan yan jî hewd. Ma di wê civakê da dad heye ?

Welhasil her merivek xweyê mafekî jiyînê ye çi jin çi mêr çi piçûk yan jî mezin her kesek mafekî Wanê jiyanê heye çawa bixwaze dikare wisa bikar bîne, Divê wisa be!

Eger ku xwedê bixwaze kesekî bikuje ji xwe ruhê wî/ê distîne, yan jî bixwaze ceza bide civakekî dikare wek tofana Nûh yan jî ya Lût yan jî hewd rake û wê civakê bi ceza bike. Ê wê gavê çima hin kesên xwe nenas xwedê nenas xwe li erka xwedê radikişînin merivan qetil dikin?

Gelo ol hizra bavikaniyê bikar tîne? Yan bavikanî ol an bikar tîne? Yan her du bi hevra bûne şirîk fitwa yên li gorî xwe diafirînin?

Gelo ji bo ol an, nemaze ji bo ola îslamê hewcedarî bi hêzeke zexim hebû? Wê gavê hizra bavikaniyê, yanî mêr, yanê nêr, bi taybetî jî nêraniyeke nezan ji bo vê erkê tekûz bû “qey”

“Tu destê xwe pişta nezanekî bixin wî hinekî bipesinînî û bi çend weedan dilê wî xweş bikî wê agir berde cîhanê” bi rastî jî hêza nezaniyeke nêr amûreke tekûz e ji bo serdestên ol firoş.

“Hûn nikarin miriyekî sax bikin lê çima zindiyek dikujin” çi mafê we heye?

Ma hûn nizanin

Ew kesên ku ji we ra dibêjin xwedê gotiye “cîhadê bikin, jinên por vekirî recm bikin bi keviran ceza bikin, kesên gunehkar kevir bikin û bikujin” ew kesên ku van gotinan ser navê xwedê ji we ra dibêjin gava ku hûn bi ya wan dikin ew li paş we bi ehmeqiya we dikenin.

Erê, teqez nêraniyeke nezane ol perest hêzeke Kore bê emsal bû ji bo ol firoşan! Pir bi kêr dihat, pir bi kêr tê.

Bi rastî ez bi xwe ji gotina “mafên jinan” yan jî mafê kesekî din û tiştekî din aciz dibim. Ma gava ku yezdan jiyan belav kir jiyaneke zêde da kesekî / e jin yan mêr? Elbet na! Wê gavê hedê tu kesan nîne ku mafê jiyan kesan asteng bike. Niha kirine weka minetekî gewre. Pêşiyê jiyana nîvekê cîhanê hate asteng kirin, dûvra “filan welatî mafê erebe ajotinê da jinan “ wey mala xwedê ava, çi comerdiyeke mezin kirine. Yan jî welatekî deriyê dibistanan ji bo jinan vekir, şabaş nizanim ji kê ra.

Welhasil her giyanewerek xweyî mafekî jiyînê ye.

Dibe hûn jî rast hatibin, gava ku carna di nava civatekî da qala maf û mafdariyê dibe, serconiyek radibe dibêje “ku jin û mêr wek hev bin de bira jin jî li ser piya bimîzin” de ka were safî bike. Elbet cudahiyên fîzîkî hene û gelek in, jin û mêr di gelek mijaran da ji hev cûda ne. Berî her tiştî jin û mêr, nêr û mê da di zayendî da ji hev cûda ne. Du cîhan ên ji hev cûda ne di nava xwe da. Ne fîzîkî tenê jî, cudahiyên hizir, raman, ruh, beden, hest û hên gelekên din hene. Wekheviya jin û mêran ewe ku her kesek xwediyê mafekî jiyanê ye. Jiyana her kesî her giyanewerî jê ra pîroz e. Tu kes bi jiyîn û tevgerên kesên din bê exlaq nabe. Heger ku exlaqê kesekî dirist be dest û dev navêje jiyane tu kesan.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum